Çima bi Islamê?!!

آراء وقضايا 20 أبريل 2018 0
Çima bi Islamê?!!
+ = -

Çima bi Islamê?!!

Hezar û çar sed sal bihûrîn
Berî wê jî Kurd Mirov bûn
Xwedî ol û tol bûn, ne nezan bûn
Belê rast û mêr bûn
Ne diz û talanker bûn
Belê xwedî xak û mewdan bûn .
Ji Kurdan hebûn pêxember
Dibakirin bi navê Xwedayê Ekber…
Wiha, me Kurdan naskir Xweda
Dil û canê xwe bo wî me dida;
Êdî daket ola Islam
Hezar û çar sed sal û bêtir bihûrîn
Di destê mede ala Islam
Mixabin! Misilman li me nanerin
Ne Mirov û ne Misilman
Ew xwe dibînin xwediyê Islam
Me nabînin jî wek Insan
Pêk nayênin gotinên Xweda

.
Ger dibêjê:
” ولكلّ أمّةٍ بعثنا نبيّا ً”
Yan jî:
” إنّ أكرمكم عند أللّه اتقاكم ”
Wêran dikin Dêr û Xaçên me
Dişewitênin Laleşa me
Diperçiqênin Dîn û olên me
Êrîş dikin Mizgeftan
Minarên qirik dirêj dişkênin
Serê wan ditewênin
Nahêlin bo wan bang
” أللّهُ أكــبر, أللّهُ أكـــبر”
Têrorîst in ne Misilman
Wiha li me dinerin bi du rengan
Li vir em Cihû ne
Li wir em Gawir in bê Xweda
Bi tenê ji ber ku em Kurd in,
Xweda em dan Insan.
Gelo ma kê em dane!?
Ereban yan jî Tirk û Firsan

.
Em afirandine
Ku em timî kole û xulamên wan
Ew xwe dibînin mîrê mîran.
Ew in bê dîrok û bê sembolek pê xwiyabin
Talan dikin, dixwin laşên birayên xwe Insan
Ew in diz û keftar, ew in ên go
Diveşartin Qîz bi saxî wek dewar
Ew in ên go bi ro şaşik ser serê wan
Û bi şev diketin berê jinên hev wek çilan
Hêjî dibêjin em in Misilman
Ew in ên go dikuştin Heval û Merevên

Pêxemberan
Bi jehrê yan jî bi xencerek li piştê
Û hêjî dibêjine me hun ne Insan.
Kî bûn xwediyê seg û keran ?
Kî bûn stemkarê dil diketin şeran ?
Kî bûn xayin û xwediyê sozê bi derewan ?
Reşik û spî bûn ew.
Ew bi sê zimanan di xwestin me bikin bê ziman
Hêjî dibêjin em misilman
Zanin ku Xweda, Xweda da me ev ziman.
Gelo ev in Misilman!!??
Yan jî ên go rakirin stûna Islamê

Û pêk ve çûn bi Qur`anê Pirtûka Xweda

Ser rêka pêxemberan
Pêk anîn dan û standina Insan
Her wiha Xweda dibêjê:
” هل أتى على الإنســــــــــان حينٌ منَ الدّهرِ لم يكن شــــــيئاً مذكـورا*
إنّا خلقنا الإنسان من نطفةٍ أمشاج ٍ نبتليهِ فجعلناهُ سميعاً بصيرا “
Sûnd dixwim bi nûn
Ji gotina Xweda” Kun fe Yekûn”
Ku ne em bin kes nîn e Misilman
Hezar û çar sed sal bihûrîn, Xweda parêz in em
Ser ola Islam.

.

Bêwar Girpirî
Girê Pirê, 14-10-2007

آخر التحديثات
  • أتبعني على تويتر

  • تابعونا على الفيسبوك