محرك البحث
bi vejandina helkefta(roja zimanê kurdi ya ku wek cejnekê tê li darxistin ) Em vê cejnê li we û li gelê me bi tevahi pîroz dikin.
احداث بعيون الكتاب 16 مايو 2019 0

bi vejandina helkefta(roja zimanê kurdi  ya ku wek cejnekê tê li darxistin  ) Em vê  cejnê li we û li gelê me  bi tevahi pîroz dikin.                                                                                        
Hetiya zanin û naskirin  ku hemû peymanên navnetewî û navdewletî  maf didin  her miletekî ku bi zimanê dayika xwe bixwîne û binivîse , lê dagirkerên  kurdistanê  derfet nedan gelê kurd ku bi zimanê xwe bi axivin  û bi karbînin û  mafê wî yê rewa qedexa kirin .
lê  vîna  miletê kurd xurt bû û li ber xwe da û li zimanê xwe xwedî derket, û gelek zanist û pêşengên kurd derketin û xamên xwe yên zêrîn bi karanin , wek Mîr Celadet Bedirxan û Dr.Nûredîn Zaza û Cegerxwîn û Kamîran Bedırxan û Sînem bedirxan  û Osman sebri û  Reşîdê kurd û mela ahmedê palo û seydayê Tîrêj û Samîtan û Salih Heydo û  ji bilî  wan.
Evan kesana ji ziman re xebateke mezin kirin,zimanê kurdî xistin warê bikaranînê,bi sedan nivîsar û kovar û dîwan bi kurdî weşandin û çapkirin di nav rewşeke pir xêzan û hejar û di bin gefên rêjîman de xebata xwe berdewam kirin  li nav milet de û man li dû wê dozê û jê venegeriyan  te roja îro ev xebat tê meşandin bi destên hezaran ji xort û keçên me yên ku di ziman de di xebitin. 
  Îro li rex me kurda  rojeke  pîroze  ,  ji ber wek  Îro 15.5.1932 de  . nemir Mîr Celadet Bedirxan bi alîkariya zanyarê ferensî Rocê Lisko  yekem car li bajar şamê, alfabeyeke kurdî bi tîpên latînî afiran, ku ji 31 tîpan pêk tê û di kovara Hawarê de weşand ,  Tê wê weteyê ku zimanê kurdî li Sûriyê bi fermî destpêkir ji wê rojê ve û ji giringiya vê rojê miletê  kurd ev roj kirina cejna zimanê kurdî , her sal di 15 gulanê de  miletê kurd vê rojê bibîr tînin û weke cejnekê  vedjînin.  
ev kovara giring ya ku roleke dîrokî leyist ku jimareke mezin ji kurdên Sûriyê bi xwendina(Hawarê) hînî zimanê xwe bûn,jimarek nivîkar bixêra Hawarê û kovarên dî yên ku derketin , dest bikaranîna zimanê kurdî kirin., û ew bû  sedem  ku hişt qonaxa didwa ya ku mirov karê navê wê bike (qonaxa Cegexwîn,  gava ku kovara (Gulistan) di sala(1968)an de damezrand,derîkî fireh li ber pêşveçûna zimanê me vekir û roleke wê ya giring hebû  .     û gelekî  çanda kurdî ya resen pêşxist
Dema kirîza Sûriyê destpêkir,şoreşek di zimanê kurdî de pêket li Kurdistana sûrî , gelek alavên ragehandinê bi zimanê kurdî derketin
Gelek komît, sazî, û desteyên zimanê kurdî hatine damezrandin. 
rola partiya me gelek tê de hebû , Desteya me ya ku 2013 de hatibû demezirandin yek ji wan desteyên  ku li pêş bû , gelek kar û xebat kir,di warê  fêrkirina zimanê kurdî de                                                    
di encama van karan de , me karî bû  rêbazeki çêkin ji  bo fêrkirina zimanê kurdî  ( Asta Yekemîn ) û binavê (ZIMANÊ MIN)
û di xulên zimanê kurdî de , yên  dibin siya   ( D.Z.K)  da  ya  (P.D.P.K.S ) , derçûna bihtirî 1300 şagirtan pêkhat  ji Girkê Lekê – Rimêlan –  çilaxa û gundên derdorên  wan , em wek (D.Z.K) derbas bûn li nav dibêstanên fermî yên Girkê Lekê û Rimêlan û gundên derdorên  wan ,hevbeşî  bi
 ( S.Z.K ) re 2012-2013 
Bi vê helkeftina pîroz em ji nivîskar û xwedevanan dixwazin ku li banga mîr Celadet Bedirxan û  Cegerxwîn xwedî derkevin,ramanên wan  hilgirin, bibin xebatkar û rewşenbîr bi rastî , xama xwe di xizmeta ziman û  doza gelê xwe de bixebitînin 
Careke dî em serkeftin ji bo çi kesekî dixebite ji bo fêrkirin û parastina zimanê kurdî  de, û em bi hêvîna ku em karibin zimanê xwe 
 pêşde bibin,ji bo zimanê me bibe zimanekî cîhanî
………
Lewend Mihemed -15/5/2019-Girkêlegê

في الاثنين، ١٣ مايو، ٢٠١٩ ٣:٤٨ م Lewend Kardoxi <[email protected]> كتب:

شاركنا الخبر
أخبار ذات صله

التعليقات مغلقة.
فيسبوك
%d مدونون معجبون بهذه: